Mazlûm Kobanî: Divê çarenivîsa 12 hezar dîlên DAIŞê bê diyarkirin
Fermandarê Giştî yê HSDê li ser twîttera xwe diyar kiriye, ku dosyeya girtiyên DAIŞê, tenê dikare di çarçoveya çareseriya siyasî ya li Sûriyê de û di bin sîwana Netewên Yekbûyî de bê çareserkirin.
General Mazlûm Kobanî amaje bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian kiriye û daye xuyakirin, çareserkirina vê pirsgirêkê dikare bi beşdariya nûnerên rasteqîn ên gelên Sûriyê li Cinêvê bê gotûbêjkirin.
HSD û Rêveberiya Xweser heta niha çendîn caran daxwaza darizandina çekdarên girtî yên DAIŞê yên li girtîgehên Rojavayê Kurdistanê di dadgeheke navdewletî de kirine, lê belê heta niha civaka navdewletî bi awayekê erênî pêşwazî li wê daxwazê nekiriye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanê serekî yê Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê bû û Amerîkayê gelek alîkariyên serbazî pêşkêşî wê hêzê kirine.
Rudaw
