• Wednesday, 11 February 2026
logo

Heyeta Îmraliyê û Erdogan li hev civiyan

Gulan Media February 11, 2026 Nûçe
Heyeta Îmraliyê û Erdogan li hev civiyan

Civîna Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi dawî bû.

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ji bo dan û standina li ser qonaxa dawî ya "pêvajoya çareseriyê" çûn Koşka Serokkomariyê.

Endamên Heyeta Îmraliyê li wir bi Serokkomarê Tirkiyeyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek kir.

Civîn ji bo çapemeniyê girtî bû û nêzîkî saetekê ajot.

Di civînê de Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala jî amade bûn.

Daxuyaniya Pervîn Buldanê

Beriya civînê Pervîn Buldanê li ber deriyê Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da.

Buldanê destnîşan kir ku ev hevdîtin di demeke krîtîk de pêk tê û anî ziman:

"Komîsyona Parlamentoyê derbasî qonaxa nivîsandina raporê bûye û di nava raya giştî de bendewariyeke mezin heye.

Di rojeva me de 4-5 mijarên sereke hene.

Em dê piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî parve bikin."

Pêşniyarên ji bo Erdogan

Mîthat Sancar jî bal kişand ser pêşhatan û diyar kir ku ew dê pêşniyarên xwe pêşkêşî Erdogan bikin.

Sancar li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê jî got:

"Reşnivîsa raporê ji partiyan re hat şandin.

Em dixwazin rapor bi lihevkirineke berfireh ku hemû aliyan razî bike derkeve.

Ji bo zemînekî bi vî rengî em dê çi ji destê me tê bikin.

Tê pêşbînîkirin ku rapor heta dawiya mehê amade bibe."

Mafê Hêviyê

Sancar li ser pirsa "Mafê Hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan jî anî ziman:

"Em nekevin hûrgiliyan. Em dê pêşhatên heta niha yên li ser pêvajoyê û tiştên ku divê ji niha û pê ve werin kirin gotûbêj bikin."

Tê çaverêkirin ku piştî nirxandina encamên civînê, Heyeta Îmraliyê daxuyaniyeke berfireh a nivîskî bi raya giştî re parve bike.

Heyeta Îmraliyê herî dawî 30ê Çiriya Pêşîn a 2025an bi Serokkomarê Tirkiyeyeyê re civiyabû.

 

Rudaw

Top