Joe Wilson: Serok Barzanî roleka bibandor di tenahiya deverê de lîstiye
Kongresmenekê Amerîkayî pesna rola Serok Barzanî di tenahiya deverê de da û got: Serok Barzanî di tenahiya deverê de roleka bibandor lîstiye.
Kongresmenê Amerîkayî Joe Wilson îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) di civîna Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîkayê de ragihand: Ez ji bo bizavên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spas dikim.
Kongresmenê Amerîkayî her di wê civînê de ragihand ku, Herêma Kurdistanê li deverê sembola aştî û tenahiyê ye.
Joe Wilson tekez jî kir ku, divê rêberên HSDê bi Hikûmeta Sûriyeyê re bixebitin da ku agirbesta herdemî çê bibe û divê di navbera hemî netewe û pêkhateyên Sûriyeyê de hevahengî hebe, herwesa Amerîkayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Şam û HSDê de navbeynkarî û hevahengî kiriye.
Kongresmenê Amerîkayî herwesa nîgeraniya xwe anî ziman ku Kurd, Durzî û Elewî li Sûriyeyê rûbirûyî nebûna tenahiyê bûne.
K24
