Şêrko Cewdet: Ewên ku “bindîwar”ên wan zêde ne, li dijî reforman in
Parlementerê Kurdistanê û serokê firaksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) li parlementoya Kurdistanê, Şêrko Cewdet di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, hinek dixwazin pirojeqanûna reforman ji rê derxînin û got, divê pêşiya wê yekê were girtin.
Şêrko Cewdet her wiha got, yên ku dixwazin pirojeqanûna reforman ji rê derxînin û dijîtiya wê dikin, xwedan mûçexorên bindîwar in û gelek kes bi awayekî ne qanûnî xanenişîn kirine û ji wan re mûçe diyar kirine.
Li Başûrê Kurdistanê, ji kesên ku bi fermî karmend in lê kar nakin û tenê mûçe distînin, re dibêjin “bindîwar”.
Basnews
