Nêçîrvan Barzanî ji xelkê Silêmaniyê re: Ez ji we daxwaz dikim ku carekî biceribînin û dengên xwe bidin PDK’ê
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, daxwaz ji xelkê Silêniyê dike ku ji bo carekî jî be, PDKê biceribînin û deng bidin PDKê.
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, îro 14.010.2024, li bajarê Silêmaniyê beşdarî mitînga girseyî ya PDKê bû, gotarek pêşkêş kir û ragehand: “PDK û Barzanî, dîrokeke wan a taybet gel Silêmaniyê heye, ti aliyek nikare derzê bixe wê pêywendiyê.”
Herwaha got, “Berê Silêmanî tiştekî digotin, digotin em ji bo dewlemendî û xizmetê partîbûnekî deyndarin. Ji ber wê jî xelkê Silêmaniyê û vê deverê ez daxwaz dikim, bo carekî be jî, PDKê biceribînin û deng bidin PDKê û destê PDKê li vê deverê bihêz bikin, em ji we re piştrast dikin ku PDK dê li ser sozên xwe bimîne û ji bo serkeftin û xweşderbaskirinê dudilî nebe.”
Nêçîrvan Barzanî ragehand: “Divê ciwan ahadar bin, bi gotinên bênaverok û pûç neyên xapandin û xelet nebin, ya ku bi kêr wan û paşeroja wan û Kurdistanê tê, tenê û tenê kar û pratîke. PDK partiya proje û kar û pratîkêye.”
Herwaha ronî jî kir, “Ji ber wê jî ku hûn li Silêmanî, Helebce û hemû cihan deng didin, ji wan re bibêjin ku dê partî wan projeyan temam bike ku destpê kirine, emê jî dê bi yên ku me nekiriye dest pê bikin. PDK di dîroka herî tarî ya siyasî ya Kurdistanê de, li dijî teslîmiyetê, ji bo berxwedan, azadî, demokrasî û edaletê çirayeke ronahiyê bû ye. Li gel hemû ew zextên ku li deverê li ser PDKê heye, hûn girseya PDKê mînaka wê berxwedanê ne. Ji ber vê yekê, piştrast bin ku emê hewl, şiyan, ezmûn û zanebûna xwe ji bo bihêzkirina pirensîp û mekanîzmayên sîstema demoqratîk bikar bînin da ku xizmetguzarî ji hemû herêm û civakên Kurdistanê re baştir bikin.
Basnews
