• Wednesday, 11 February 2026
logo

Niyaz Hacî: YNKê komek dengên Silêmaniyê li Duhokê winda kirin

Gulan Media October 15, 2024 Nûçe
Niyaz Hacî: YNKê komek dengên Silêmaniyê li Duhokê winda kirin

Çalakvanekî siyasî li Hewlêrê eşkere kir ku bi birina xelkê Silêmaniyê bo Duhokê, gelek dengên wî xelkê Silêmaniyê ji dest da, ji ber ku dema çûne Duhokê, şaş man û wisa zanîne ku bêy vîza çûne Ewrupayê.

Çalakvanê Siyasî li Hewlêrê Niyaz Hacî, di hejmara xwe ya tora civakî de belav kiriye: “Îro li Duhokê YNKê komek dengên Silêmaniyê winda kir, ji ber ewên ku li Silêmaniyê biribûn Duhokê, ecêbmayî man, wisa dizanîn ku bê vîze çûne Ewrupayê.”

Herwaha behsa mitînga girseya mezin a sibehê ya PDKê li Hewlêrê kiriye û nivisiye: “Em wek wan nînin ku bi dilîverî xelkê bi kosteran li vî bajarî bo wî bajarî yan li Kerkûkê û Mûsilêve kombikin bo qerebalixkirina bangeşeya xwe. Sibe li stadyoma Franco Herîrî kesên ku li Hewlêrê deng bidin dê beşdar bibin, tenê yên li navenda Hewlêrê beşdar dibin, ne bajarên din.”

Tekez jî kiriye: “Sibe demjimêr 4ê êvarê li qada Franco Herîrî, (Burhan), biborin em ê volkana PDKê nîşanî wan bidin. Em ê sibê biryarê bidin û bersivê bigirin. Em ê nîşanî wan bidin ku em bi 45’an jî têr nabin.”

 

 

Basnews

Top