Merîwan Qerenî: YNK dixwaze Pêşmerge wek milîsên Heşdî Şeibî bikar bîne
Cîgirê Serokê Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî, nivîsek bi navnîşana “Em bo çi deng didin lîsta 190 a PDKê? Rola PDKê di piştevanî kirina Pêşmerge” di pêgeha xwe ya tora civakî Facebookê de belav kiriye û amaje bi wê kiriye: “Pêşmerge beşeke zêde ya girîng a Herêma Kurdistanê ye û hêza parêzer û rijdbûna Herêma Kurdistanê ye li hember neyarekî derve, ji ber wê, pêwîste pêşmerge bihêz û pir çek be û pêgehên wê li navxwe û dervede hebe. Lê mixabin bi salane ku ketiye ber komployên neyarên Kurdistanê, her çend di destûrê de wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqê hatiye naskirin jî, lê ji dema damezrandina dewleta nû ya Iraqê ve, wê hêzê di warê pirçek kirinê, rahênan û mafê darayî de li Bexdayê nehatiye dayîn, bi saya piştevaniya hinek aliyên herêmî yên Kurdistanê ku Bexda razî kirine ku bihêzkirina Pêşmerge dê bibe metirsî li ser asayişa niştimanî ya Iraqê ku ev dereweke şaxdare û tam berovajî vê yekê ye.”
Herwaha got, aliyên siyasî yên Kurdistanê wek çawa li gelek waran de li ser du eniyan de dabeş bûn, di derbarê Pêşmergeve jî bûne du enî. Eniya yekem, parêzer û piştevaniya pêşmerge ye, ew eniya ku dixwaze pêşmerge bihêz bibe û çek û tifaqa baş û pêşketî hebe û biryar li fermandariya giştî ya hêzên pêşmergeyê Kurdistan û wezareta pêşmerge bê wergirtin, di vê eniyê de jî tenê Partiya Demokratîka Kurdistanê he ye. Eniya duyem jî dixwaze pêşmerge wek hêzekî hizbî bihêle, kengê xwast berjewendiyên xwe bikar bîne, ew enî naxwaze ku pêşmerge bibe hêzekî nizamî, hez dike hertim hêzeke lawaz û bê disîplîn be, dixwaze dostê milîsên Heşdî Şeibî be û kengî xwest wan ji bo nakokiyên nav hizbê bikar bîne, yan bo terorkirina kadro û endamên hizba xwe bikar bînin! Bi saya vê eniyê Pêşmerge dê di paşerojê de nebe hêzeke leşkerî ku bikare pêkhateya Kurdistanê biparêze, ev jî daxwaza dijberên Kurdistanê ye. Di vê eniyê de YNK û gelek partiyên din hene û hemû jî li welatekî herêmî paşvemayî ne.”
Di dawî de jî nivisiye: “Berjewendiyên Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li ser eniya yekem e û bi saya Partiya Demokrata Kurdistanê û Serok Barzanî (ku hertim dibêje ez Pêşmerge me û şanaziyê bi wî dikim) Pêşmerge dê bibe berevanekî bihêz, disîplîn û rasteqîne yê Kurdistanê. Ji ber wê jî divê Pêşmerge, xizmên wan û xelkê Kurdistanê dengê xwe bidin Lîsteya 190 ya PDK’ê.”
Basnews
