• Wednesday, 11 February 2026
logo

Qesra Spî hûrgiliyên hevdîtina Biden û Netenyahu aşkera kir

Gulan Media October 10, 2024 Nûçe
Qesra Spî hûrgiliyên hevdîtina Biden û Netenyahu aşkera kir

Duh 09.10.2024ê Serokê Amerîkay Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu peywendiyekî telefonî pêkanîn û li ser çend pirsekî gotûbêj pêkanîn.

Qesra Spî derbarê wê peywendiya telefonî de ji çapemeniyê re derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî da û ragehand:

Derbarê Lubnanê de; Serok Joe Biden piştevaniya xwe ya ji bo şerê Îsraîlê yê li dijî Hizbulahê teqez kiriye, lê li gel wê hemwelatiyên sivîl divê parastî bin. Ji bo wê jî artêşa Îsraîlê li navçeyên rûniştvanên sivîl lê hene li Beyrûtê divê bi awayekî pir hişyar tevger bike.

Derbarê Îranê de; Serokê Amerîkayê Joe Biden bi tundî êrîşên dawiyê yên Îranê li ser Îsraîlê şermezar kir, herwaha li gel Netenyahu pirsa bersivdana Îranê û çawaniyên wê bersivdanê gotûbêj kirine.

Derbarê Hemasê de; Herdu aliyan behsa pêşketinên dawî yên şerê Îsraîlê li dijî Hemasê kiriye û hemraman bûne ku ji bo azadkirina rehînên Îsraîlê yên di destê Hemasê de li ser rêyên nû yên dîplomatîk kar bikin.

 

Basnews

Top