• Wednesday, 11 February 2026
logo

Peyameke serxwaşiyê ji Serok Barzanî bo koça dawî ya Xelîl Îsmaîl

Gulan Media October 10, 2024 Nûçe
Peyameke serxwaşiyê ji Serok Barzanî bo koça dawî ya Xelîl Îsmaîl

Serok Mesûd Barzanî peyameke serxwaşiyê ji bo koça dawî ya Dr Xelîl Îsmaîl  belav kir û got, “Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya akademîsyen û zanayê kurd Profesor (Dr. Xelîl Îsmaîl) wergirt. Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl kesayetiyek niştimanperwer bû ku jiyana xwe ji bo xizmeta zanistê û pêgehandina bi sedan xwendekar û zanyarên Kurdistanê dabîn kir û cîhê destê wî di xizmetkirina navendên akademiyan û dewlemendkirina pirtûkxaneyên zanistî yên Kurdistanê de diyare û ji destdana wî xisareteke mezine.

Ez serxwaşiya xwe arasteyî Dr. Şukriye Resûl hevjîna xwedêjêrazî Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl û malbat û kesûkar û tevahiya akamdemîsyenên Kurdistan û mamostayên Zanîngehê dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin daxwazkarim ku rihê wî bi biheştê re şa bike û sebir û aramiyê bi de hemû aliyekî.

Mesûd Barzanî

9.010.2024

Top