• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nivîskarekî Iraqî li rojnameya El-Ereb: Mesrûr Barzanî soz da û pêk anî

Gulan Media October 10, 2024 Nûçe
Nivîskarekî Iraqî li rojnameya El-Ereb: Mesrûr Barzanî soz da û pêk anî

Nivîskar û ragehandkarê Iraqê Muhened Mehmûd Şewqî, di hevdîtinekî de ku li gel rojnameya El-Ereb bi navnîşana “Mesrûr Barzanî sozek da û pêk anî” belav kiriye, tê de amaje bi wê dide: “Tevî komek ji aloziyên siyasî û aborî ku Herêma Kurdistanê tê de derbas bû, bi taybetî di sala 2014ve, piştî ku Bexdayê bûdceya taybet bi Herêma Kurdistanê birî, ku bi sedî 17 hatibû pejirandin, serhevhatina nakokiyên siyasî û li pêşyawan ve madeya 140 a destûr û mûçeyên pêşmerge û binpêkirina zêdetir ji 55 madeyên destûrî ku pêwendiyên wan bi mafên gelê Krudistanê li herêmê ve habû, cara dawî ewa ku wek kartekî zexta aborî ji aliyê Bexdayê  ve dijî fermanberên Herêma Kurdistanê hat bikaranîn û piştî sala 2019 zêdetir aloz bû, evena hemû  kelek bûn, bo ku zexteke mezin ava bike ku çareserkirina wan hêsan nîne û nikare Kodên wan nayên şikandin, nemaze piştî şirovekirin, destûr, yasa û cîbicîkirina hev, heta ku derfetên çareseriyeke serkeftî di nav hemû astengî û aloziyan de kêm nebin, berovajî ya ku wan li hev kiribûn ji bo avakirina Iraqeke demokratîk ku her kes tê de beşdar bibe.

Ew nivîskar dibêje, “Tevî van hemû dijwarî û zextan jî ew destkeftiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ranewestiyan, Hikûmeta Mesrûr Barzanî pêşxistina avê kir pêşengên karê xwe û di encam de hejmareke zêde bendav li parêzgeh, bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê çêkirine, piştî ragihandina temamkirina neh bendavên bi kapasîteya embarkirina 150 milyon metre sêca av, ji bilî amadekariyên avakirina 43 xalên din yê avê, ku hin ji wan temam bûne û hinên din di pêvajoya çêkirinê de ne. Herwaha ragehandina destpêkirina pirojeya dabînkirina avê ya hawarhatinê li Hewlêrê ku dê di heyama sîh salên bê de pirsgirêka avê ya Hewlêrê çareser bike.”

Herwaha got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê ewlekariya xurek û pîşesazî de serkeftinên mezin bi dest xistine, piştî ku hat ragehandin çar sayloyên mezin hatine temam kirin, ku li ser quştepe li Hewlêrê, Kelar li Silêmaniyê, Berdereş li Duhokê û Helebce dabeş kirine, herwaha derfeta kar kirinê bo zêdetir ji 977 kargeha hatiye derxistin, bi vê jî hejmara kargehên ku derfet ji wan re hatine dayîn li herêmê de gehîştiye 4547 kargeh, derbarê aliyê tendurust de jî, 30 nexwaşxaneyên nû hatine çêkirin, ku ew jî li ser parêzgeh û bajarên herêmê de hatine dabeş kirin.”

Medyakarê Iraqî dibêje, “Di derbarê rê û piran de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1967an de projeyên avakirina riyên nû û firehkirina riyên kevin cîbicîkiriye, Piraniya van projeyan xwedî girîngiyeke stratejîk in, wek rêya Hewlêrê ya 150 metre, Silêmaniyê 100 metre û li Duhokê rêya Barzan. Herwaha heta niha 926 pirojeyên çêkirina rêyan bi rêjeya 100% hatine encamdan û 1410 projeyên din jî ji bo pêşxistin û nûjenkirina rêyên din berdewam in.

Muhened Mehmûd Şewqî herwaha dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi beşdariya Mesrûr Barzanî di civînan de pêwendiyên xwe ligel welatên Kendavê bihêztir kir, ku li Behrên û Îmaratê birêve çûn. Herêma Kurdistanê bo yekem car dest bi hinartina berhemên xwe yên çandiniyê bo bazarên Kendavê û Ewropayê kir û ev yek jî bû sedema bihêzbûna aboriya navxwe ya Herêma Kurdistanê.

Herwah dibêje, “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku Mesrûr Barzanî serokatiya wê dike, li ser danîna plan û bernameyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de kar kir, Li ser bingeha destûrê û tekezî li ser mafên gelê Herêma Kurdistanê û vekirina deriyên hevkariyê ligel hikûmeta federal.

Bi vê yekê re li Hewlêr û Bexdayê di navbera Mesrûr Barzanî û Mihemed Şîa Sûdanî de çendîn hevdîtin hatin kirin.

 

Basnews

Top