• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî projeya du şerîdî ya Spîlk – Xelîfanê vekir

Gulan Media October 9, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî projeya du şerîdî ya Spîlk – Xelîfanê vekir

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêya du şerîdî ya Spîlk – Xelîfan û deriyê Xelîfanê yê li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê vekir.

Îro 09.10.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmeke taybet de, projeya rêya du şerîdî ya Spîlk – Xelîfanê û deriyê ketina Xelîfan a li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê vekir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek di merasîmê de pêşkeş kir û ragehand: ‘’Ev projeya giring dê hevkariyekî mezin bigehîne hatûçûna hemwelatiyan û dê bibe sedemê girêdana navçeyên cuda bi hev du ve û asankariyê dê ji bo xelkê bike, ku bikarin ji aliyê selametiyê û kêmkirina dem de jî mifayê wergirin.

Serokê Hikûmetê teqez kir ku ev yek ji wê helmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku di vê demê de li hemû Kurdistanê hewl hatiye dayîn ku rê û şeqam bên çêkirin û ast û kalîte baştir bike.

Herwaha got, destxweşiyê li kompanya cîhbicîhkar dikim ku di demekî lez de û bi awayekî pêşketî karîn vê projeyê encam bidin. Herwaha spasiya wezareta avadaniyê û niştecîhkirin û werzîşê dikin ku ji bo em bikarin hemû rêyan li ser asta Kurdistanê bi awayekî pir pêşketî û kalîteyekî bilind çêbikin gelek hewl dan.

Serokê Hikûmetê diyar kir emê kar bikin ji bo hemû parêzgeh û bajar û gund bi hev ve bên girêdan, ku hemwelatî êdî pirsgirêka hatûçûn û selametiya wan ji ber rêyan nemîne û ew cîhên heta naha rê û şeqamên wan nehatiye çêkirin, di bernameyê de hene ku çêkirina wan jî bê cîhbicîh kirin.

 

Basnews

Top