Rêveberekî Gorran: Dilsozên Mam Celal li YNKê dûr ketine û şelaqxwar li ser gora wî şîn dikin
Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Gorran amaje bi wê yeke dike ku hin xelkek heye ji bo pare ketine dû kurên Mam Celal û hatine li ser gora Mam Celal digiryên û şîna wî dikin, lê ew kesên waha derveyî şelaqxwariyê ti tiştekî wan tine.
Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Dilşad Reşîd Mela ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hin kes di nav Gorran de bûn Kak Newşîrwan Mistefa xapandin û bi wê rêyê ve çi gotineke pîs û kirêt bû li dijî Mam Celal û Kak Newşîrvan kirin, naha ne Kak Newşîrwan nemaye û kurên Talebanî jî bi hêz çek û pare xelkê ditirsînin. Hin kesên şelaqxwar ji bo parûyekî bi rûn li ser tirbeya Mam Celal rondikên tîmsahî dirjînin, her ew kesane bûn di heyama 15 salên borî de çi tişta xirabe li Mam Celal kirin. Naha Mam Celal zindî ba ti demekî rê nedida wan xwefiroş û axfiroşan ku welat wêran bikin. Mam Celal heta ku kurên wî jî dest ji xwefiroşiyê bernedin ruhê wî rihet nabe.’’
Herwaha got: ‘’gelo Mam Celal waha bû, ku Pêşmerge bi navê perwerde û rahênanê bibe dengdanê? Gelo Mam Celal waha bû bi navê bazara Silêmaniyê bi navê kurê berpirsên YNKê ve destdirêjiyê bikes er namusa keçen xelkê? Gelo ma Mam Celal waha bû Kerkûk ji bo taseke çorbeyê bifroşe? Ew zik mezinane dema nav Gorran de pare nema, naha çûne nav YNKê, wek kesên bê nirx di nav civakê de ketina gotinên mezin û kirêt dikin û wê bi navê mala Mam Celal dikin. Ew zik mezinane çend sûda wan ji bo Gorran hebû, her hinde jî dê ji bo YNKê hebe. Mam Celal heba û dîtiba kurê wî li ser dike ziman derdixe û penan davêje û ji xelkê re dibêje gewad, ne tenê qebûl nedikir, dê haşayî li wî jî kiriba.’’
Basnews
