• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin

Gulan Media October 3, 2024 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin

Li bajarokê Newsûdê yê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku hêzên ewlehiyê li sînorê bajarokê Newsûdê gule kolberê bi navê Tariq Nezerî reşandine.

Li gorî Hengawê, Tariq Nezerî di êrişê de birîndar bûye û kesên li derdorê ew biriye nexweşxaneyê.

Tariq Nezerî li Nexweşxaneya Qudisê ya Paweyê ji ber giraniya birînên xwe miriye.

Tariq Nezerî bavê sê zarokan bû û xelkê bajarê Selas Bawecanê ye.

Ew kolberê Kurd şêniyê Ciwanroyê bû.

 

Rudaw

Top