• Wednesday, 11 February 2026
logo

Îsraîlê fermandarekî payebilind ê grubên Îslamî ya Lubnanê kuşt

Gulan Media October 2, 2024 Nûçe
Îsraîlê fermandarekî payebilind ê grubên Îslamî ya Lubnanê kuşt

Gefxwarinên Îsraîlê li ser başûrê Lubnanê li gel ragehandin kuştina serokê giştî yê Hizbulahê Hesen Nesrula berdewame û di wê çarçoveyê de fermandarekî din ê payebilindê îslamiyan hatiye kuştin.

Çapemeniyê belav kir ku ‘’Keştiya şer a Îsraîlê ber bi peravên başûrê Lubnanê ketiye tevgerê, herwaha artêşa Îsraîlê hîn hişyariyê dide ji bo valakirina taxên başûrê Beyrutê ku dê êrîşê ser navçeyê bike û jibo kêmkirina ziyanên sivîl.’’

Di çarçoveya êrîşên Îsraîlê de li navçeya Beqa ya Lubnanê balefirên şer ên Îsraîlê êrîşî navçeya Beqa ya rojava kirine, ku yekem care Îsraîl di vê heyamê de êrîş bike ser wê navçeyê.

Di wê êrîşê de otomobîlek bûye armanc û bûye sedemê kuştina rêveberekî payebilindê grubên Îslamî yê bi navê Mihemed Dehruc, ku yek ji rêveberên berê li gel Ebdula Ezam bûye ku ew jî yek ji rêveberên payebilindê grubên Îslamî bûye li Afganîstanê û dijî Yekitiya Sovyet şerdikir û piştre gruba tundrew a Qaîde damezrand.

 

Basnews

Top