• Wednesday, 11 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: PKD ew partiye ku hertim ji bo aşitiyê şer dike

Gulan Media October 2, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: PKD ew partiye ku hertim ji bo aşitiyê şer dike

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1.010.2024, bi armanca pêşwazîkirin û serxistina lîsta 190 ya PDKê, li bajarê Herwlêrê li gel hejmarek ji endamên PDKê li Sendîkaya Herêma Kurdistanê civîya.

Mesrûr Barzanî di civînê de axaftinek pêşkêş kir û ragehand: “PDK ew hizib bûye ku rojek ji rojan amade nebûye ku vê qebûl nake ku biskek xaka Kurdistanê bê cuda kirin, herwaha amade bû ku şoreşekî li ser wê pirsê bike.”

Cîgirê Serokê PDKê herwaha amaje bi wê jî da: “Rojeva PDKê hertim ji bo xizmetkirina hemwelatiyan bûye, PDKe bi wê serbilinde ku rojek ji rojan ji mafên rewa yên gelê kurd re tavîz nedaye, PDK hertim xwe kiriye qurbanê netew û xelkê Kurdistanê.”

Herwaha got, “PDK ew partî bû ye ku bi serokatiya Serok Barzanî hemû cîhanê da ku îradeya xelkê Herêma Kurdistanê îradeyeke ku tiçaxan naşkê û biryara referandomê da, referandom jî bi piraniya dengên xelkê Kurdistanê serket, eve jî serbilindiyeke din a PDKê ye.

Gelek kes û aliyên ku li gel PDKê bûn û li hêviya serkeftinên zêdetir bûn, ji ber wê mil bi mil li gel PDKê beşdarî referandumê bûn û deng dan, lê piştre helwestên cuda nîşan dan. Lê belê van kes û partiyan bi têkçûna xwe ya psîkolojîk, referandûm cuda şîrove kirin.”

Herwaha diyar kir: “referandûm mafê herî kêm yê welatiyekî ye ku bibêje çi dixwaze. Ji bo şikandina îradeya gelê Kurd gelek hewl hatin dayîn, lê PDK’ê nehişt ew îrade were şikandin û di referandûmê de biser ket.”

Mesrûr Barzanî di derbarê êrîşa terorîstên DAIŞê de jî, got, “Dema êrîşa hovane ya terorîstên DAIŞê hat ser Herêma Kurdistanê û bû metirsiyeke mezin li ser aştî û pêkvejiyana hemû cîhanê, Pêşmerge û serkirdayetiya PDK berî her partiyeke din di sengerên berevaniyê de bûn. PDK partiya ku her tim ji bo aştiyê têdikoşe ye.”

Mesrûr Barzanî got, “Hemû diruşmên PDKê bi hêvî ne, em daxwaza aramiyê dikin em naxwazin welatê me nakokî bikevê, em naxwazim bibin beşek ji aloziyê, em naxwazin pirsgirêkan bi tundî û zimanekî tund çareser bikin, em naxwazin tirsandin û teqandin li ti cihekî Kurdistanê û li ti bajarekî Kurdistanê berdewam be, em naxwazim kes bikaribe biçe û bacê li xelkê bigire yan xwe pê de aciz bike, yan eger nêrînên wî nepejirîne bê kuştin, PDK banga aştiyê dike, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku hemû gelê Kurd hêjayî jiyaneke aştiyane û aram e.”

Herwaha diyar kir: "Bernameya PDK'ê hebûye ku 24 demjimêran elektirîkê çêbike û pirsgirêka avê ji holê rake, lê belê gefên derve nehiştin ku bûdce ji hundir re bê şandin. Bi hemû awayî pêşî lê hat girtin ku rojeva Hikûmet û PDKê bi taybet danîbû cîbicî bike, nehîştine di dema xwe de bê cîbicî kirin, lê waha nîne ku tişt neyên kirin, gelek tişt hatine kirin û di demeke nêzîk de înşalah emê encam bidin.”

 

 

Basnews

Top