• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir

Gulan Media September 30, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 30.09.2024ê  pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kotrashev kir.

Derbarê hevdîtinê de Baregayê Barzanî ragihand, Balyozê Rûsyayê aramî û aştiya li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û ragihand ku welatê wî giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re.

Balyozê Rûsyayê li Iraqê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  kir ji bo amadekariyên pêkanîna konferansa (Rola Rojhilatnasên Rûs di Nasandina Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de) bi hevkarî û hemahengiya di navbera nûnertiya Herêma Kurdistanê li Rûsyayê, Zanîngeha Soran û Peymangeha Rojhilatnasiyê ya Rûsyayê de.

Li gor daxuyaniya Baregayê Barzanî, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin jî di civînê de amade bû.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û Sûriyê, pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsî û pirsgirêkên li pêşiya aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraq a Federal û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî hatin guftûgokirin.

 

 

Top