• Thursday, 12 February 2026
logo

Fermandarekî din yê Hemasê hat kuştin

Gulan Media September 30, 2024 Nûçe
Fermandarekî din yê Hemasê hat kuştin

Fermandarekî Hemasê, li başûrê Libnanê di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.

Hemasê xebera kuştina fermandarê xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê Hemasê yê Libnanê Fetah Şerîf Ebû Emîn li mala xwe ya li Kampa Busê ya li başûrê Libnanê hatiye kuştin.

Di heman êrişê de hevjîna wî, kurê wî û bûka wî jî hatine kuştin.
 

Top