• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokatiya herêma Kurdistanê daxwaza aramiyê dike

Gulan Media September 29, 2024 Nûçe
Serokatiya herêma Kurdistanê daxwaza aramiyê dike

Kuştina Serokê hizbulahê dibe sedema têkçûna rewşa deverê.

Serokatiya herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê kuştina Serokê hizbulahê de belav kiriye û têde rixmî diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember vê rewşa han, hevdem sersaxî daye malbet û kesûkarên kuştiyan û hevxemiya xwe jî bo wan diyar kiriye.

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku, ev pêşhatên han dibin metirsiyeke gelek mezin li ser ewlekarî û aramiya deverê û hûşdariya vê yekê jî didin ku, berdewamiya ev rewşa han tenê karesat û malwêraniya zêdetir bo tevahiya aliyan bêyî cudatî, li gel xwe tîne lewre daxwaz ji tevahiya aliyan dikin sebira wan hebe û aram bin û pêşiya têkçûna zêdetir ya rewş û aramiya deverê bigirin.

Serokatiya herêma Kurdistanê

Top