• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Îranê: Kuştina Hesen Nesrula bê bersiv namîne

Gulan Media September 29, 2024 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îranê: Kuştina Hesen Nesrula bê bersiv namîne

Îro 29.09.2024ê Wezîrê Derve yê Îranê derbarê kuştina Serokê Hizbulahê Hesen Nesrula de ragehand, kuştina wî bê bersiv namîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî diyar kir, bi hevbeşiya Amerîkayê Hesen Nesrula hatiye kuştin û bi kuştina serokê giştî yê Hizbulahê Eniya Berxwedanê bi danî nabe, dê bihêztir bibe.

Duh artêşa Îsraîlê ragehand ku di êrîşeke artêşa wî welatî ya li ser navçeyekî başûrê Beyrûtê de Hesen Nesrula û çend kesekî din hatine kuştin.

Top