Çekdarên komando yên YNKê Serokê lîsta Yekgirtû û tîma bangeşeyê ya wê hizbê girtin
Hêzên komandoya YNKê, tîmeke Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Serokê lîsta wan li Silêmaniyê girtin.
Îro sibehê 27.09.2024, hêzên komandoya YNKê li bajarê Silêmaniyê li xala kontrolê ya Taslûçe, Serokê lîsta Yekgirtû li Silêmaniyê û tîma bangeşeya hilbijartinê ya wê hizbê girtine.
Tîma Yekgirtû di daxuyaniyekî de ew karê YNKê bo tires û bi “berovajî bangeşe û druşmeyên YNKê” bi nav dike.
Basnews
