Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê: Me êrîşî Îsraîlê kir
Grubên çekdar ên Iraqê ku navê xwe wek Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê radigehînin, êrîşî Îsraîlê kirin.
Îro 28.09.2024ê Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê beyanameyek belav kir û ragehand, bi dron êrîş kir ser binkeyekî artêşa Îsraîlê ya li Golanê (Colan).
Herwaha hat ragehandin ku şeva borî jî du binke û cîhên Îsraîlê kirine armanc ku yek ji wan li Bakurê Îsraîlê, yê din jî Başûrê Îsraîlê bûye.
Li gor heman daxuyaniyê êrîş bersiveke ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Filîstîn û Lubnanê.
