• Thursday, 12 February 2026
logo

Ji Şîrîn Fuad Mehsûm bo YNKê: We 32 salan ji bo Koye çi kir? Çawa rûyê we digre hûn bên Koye û wan gotinan bikin?

Gulan Media September 26, 2024 Nûçe
Ji Şîrîn Fuad Mehsûm bo YNKê: We 32 salan ji bo Koye çi kir? Çawa rûyê we digre hûn bên Koye û wan gotinan bikin?

Jin a siyasetmedar a xelkê Koye Şirîn Fuad Mehsûm rexneyên tun dli YNKê kirin û ji wan dipirse gelo wek çi ji bo Koye kir û çawa rûyê we digre ku hûn axaftinê li ser Koye bikin?

Îro 25.09.2024ê Serokwezîrê Herêma KUrdistanê Mesrûr Barzanî serdana bajarê Koye kir û ji wê dere çend mizgîniyek dan xelkê wî bajar û ya herî diyar jî, destpêkirina çêkirina rêya du şerîdî ya navbera Koye û Hewlêrê bû û herwaha mizgîniya bi qezakirina bajarokê Teqteqê da û vê yeke jî keyfxweşî li gel xelkê Koye çêkir.

Duh jî Bafil Talebanî di çarçoveya polemîkên xwe yên berî helbijartinê de ku li Koye û bi temamê Silêmaniyê dike, bangeşeya wê yekê dikir ku qaşo şer kirine ji bo xerckirina pareyê projeyên Koye! Lê çalakvan jî dibêjin ku 30 sale Koye di bin deste YNKê de ye û YNKê derveyî diziya dahat û ew pareye ku ji bo projeyên deverê hatiye veqetandin jî diziye û nahêle ti xizmetek bigehe wan deveran.

Vê derbarê de Şirîn Fuad Mehsûm jî di tora xwe ya civakî facebookê de bê ku navê Bafil Talebanî û YNKê bide bersiv da û dibêje: ‘’10 sal ji bo rêya du şerîdî ya Koye çiye? Hûn çima behsa 32 salên borî nakin?’’

Herwaha got: ‘’Bajarê Koye xwedî serokomar û bi dehan wezîr û rêveberên giştî û serokên zanîngehan bû ji heman partiya we, we çi kir? Çawa rûyê we digre hûn bên Koye û wan gotinan bikin?’’

Dawiyê de jî teqez kir: ‘’Em eger bibêjin emê bikin, ango emê bikin. Kiryar jî kesê xwe dixwaze, Serokwezîr bi zelamtiya xwe û kiryarê xwe mezin e.’’

 

Basnews

Top