• Thursday, 12 February 2026
logo

Ji Çalakvanekî Koye bo Bafil Talebanî: We ti tiştek ji bo Koye nekir û 3 caran pareyê ku ji bo projeyan hat veqetandin jî we xwar

Gulan Media September 25, 2024 Nûçe
Ji Çalakvanekî Koye bo Bafil Talebanî: We ti tiştek ji bo Koye nekir û 3 caran pareyê ku ji bo projeyan hat veqetandin jî we xwar

Çalakvanekî siyasî yê bajarê Koye bersiva gotinên Serokê YNKê Bafil Talebanî da û dibêje: We ti tiştek ji bo Koye nekir û ew pareyê ku 3 caran ji bo projeyên Koye hate veqetandin jî we xwar.

Bafil Talebanî di çarçoveya polemîkên xwe yên berî helbijartinê de li ser xelkê devera Koye û temamê navçeyên Silêmaniyê de, bangeşeya wê yekê dike ku qaşo ji bo pare ji projeyên Koye re bên xerc kirin şer kiriye, lê çalakvan dibêjin ku 30 sale Koye di bin destê YNKê de ye û ew partiye bi dizîna dahata Silêmaniyê û ew pareyê ji bo projeyên deverê tê veqetandin, nahêle ti xizmetek ji wê deverê re bê kirin.

Vê derbarê de çalakvanê siyasî yê bajarê Koye Şêx Hesen Resûl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em wek xelkê bajarê Koye gelek bêhêvîbûne ji îdareya YNKê. Ji ber ku rêveberiya Koye ji sala 1996ê ve di dest YNKê de ye, lê tenê malwêranî û kawilbûn li ser vî bajarî de anîne, ev bajar, bajarê helbestvan û hunermend û rewşenbîr û rojnamevanan e, lê naha ti destkeftekî me tine ku em dilê xwe bidinê.’’

Herwaha got: ‘’YNK, ji bo xelkê bajarê Koye rewa nabîne desthilatê bidê, hemû ewên ku hukmê wî bajarî dikin ti yek ji wan jî xelkê Koye nînin û ji derveyî Koye anîne, ji ber YNK, baweriya wê bi xelkê Koye nayê, em jî vî xelkî ecêb dimînin, çawa deng didin YNKê.’’

Derbarê gotinên Bafil Talebanî yên bi kenîn ve ji bo Koye kirin de jî Şêx Hesen Resûl got: ‘’Ew hema bila bixwe bikene, berdewam di nav xelkê de wek tolaz û beredayiyan reftarê dikin, bila Bafil Talebanî bi wan projeyan bikene ku 3 caran pare ji wan projeyan hat veqetandin, û wan xwar. Ew proje nehatin cîhbicîh kirin, yan li wî xelkî dikene ku ji ber fikir û ramanên xwe yên siyasî ew kirin der, ji ber wê jî em dixwazin xelk di vê helbijartinên 20ê cotmehê de wan ceza bike.’’

Derbarê helbijartinên vê carê û helwêst û dengê xelkê Koye de jî got: ‘’Xelkê Koye hemû partî ceribandine, bi taybet jî YNK. Wan jî qasî ku karîn dijatiya Koye kir û ti tiştek ji bo Koye nekirin, piştre Tevgera Gorran û Nifşê Nû jî hatin ceribandin û ji ber wê me jî ew tişt nav xelkê de jî belav kiriye û gelek behs kiriye ku vê carê divê em PDKê biceribînin, ku partiyekî xwedî dîsîplîn û baweriya wê bi serxwebûn û mafên gelê Kurdistanê ye. PDK xwedî merciyekî ku helgirê fikir û ramana netewî ye, ji bo wê jî pêwîste vê carê PDK bibe desthilat û bê ser xetê, ji bo ku Koye avadan bike.’’

Şêx Hesen Resûl derbarê rewşa xelkê û bajarê Koye de jî amaje bi wê yekê kir ku; ‘’Her diçe xelkê Koye û ewên xwedî berjewendî bajar bicîh dihêlin û berê xwe didin Hewlêrê, ji ber YNK qasî ku karî dijatiya bajarê Koye kir û ti tiştek ji bo Koye nekir û heta Koye xwedî xwe wana be, rewşa wê ji ya naha baştir nabe.’’

 

Basnews

Top