Bi belgeve… Parlamento di derbarê yasaya mûçe de pirsiyarê li Sûdanî dike
Encûmena Nûnerên Iraqê, di derbarê mûçeyê Federalî de pirsiyareke parlamentoyê arasteyî Serokatiya Encûmena Wezîran kir.
Li gor nivîseke fermi ku îro 24.09.2024 ji aliyê Encûmena Nûneran ve hatiye derxistin û ji Encûmena Wezîran a Federal re hatiye şandin, pirsên derbarê vekişandina yasayekî de hatiye kirin.
Ew pirsiyar ew bûye ku “Gelo sedemên kişandina yasaya xizmetguzariya şaristanî a Federalî û lîsteya mûçe a li ser bingehê biryara hejmara 302 a Encûmena Wezîran ya di 15.011. 2022, çiye, ku zêdetir ji 700 roje di ser de derbas bûye û ji bo Encûmena Nûneran nehatiye vegerandin.”
Li gor wê nivîsê, ew pirsiyar ji aliyê parlamenter Hadî Selamî ve ji bo Serokwezîran û Emîdarê giştî yê Encûmena Wezîran hatiye araste kirin.
Herwaha li gor agahiyan, ew yasa di xizmeta tevahiya fermanberên Iraqê de dibe û hevsengiyek di navbera mûçeyên bilind û mûçeyên kêm de ava dike.
