Arî Hersîn: Hin aliyên siyasî yên Kurdistanê bûne koleyên celadê xwe û ji serxwebûnê di bizdiyên
Berpirsê baskê 4 ê PDKê di salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê de gotarek bi serenava ‘’Referandum: Qetandina zincîrên koletiyê û pêngav avêtina ber bi serfiraziyê’’ belav kir û ragehand: ‘’Çerenivîsa xwe nivîsandina gelan li derveyî îradeya xwe ti wateyekî wê tine. Bînin berçavê xwe eger çarnivîsa kêrûşkê dest gur de be û eger çarenivîsa darekî di dest bivir de be, dê çi pêkbê? Anjî bi wateyekî din eger çarenivîsa Kurdistaniyan jî di destê xelkê din de be, êdî mafê çarenivîsa xwe ti wateya wê dimîne?’’
Berpirsê baskê 4 ê PDKê Arî Hersîn dibêje: ‘’Hin kes û aliyên siyasî li Kurdistanê hene, ku ziravê wan ji serxwebûnê diqede. Ew cure kes û aliyane dişibin wan desthilatdaran ku bûne koleyên celadên xwe. Ew tirsa ji azadiyê asta herî nizme ji moral û xwe bawerbûnê.’’
Derbarê proseya referandumê û bandorên wê de jî got: ‘’Biryara referandumê hewarekî şaristanî bû ji bo standina mafên xwezayî û mirovayî yê mirovê kurd bigehe guhê hemû cîhanê. Proseyekî demokrasiye bû bi awakirina şêwazê herî destpêkî. Referandum destdirêjî nebû ji bo mafê ti miletekî din, êrîşa dagirkerî nebû li ser niştimanê xelkê din. Referandum biryarekî zîrek ê gelek niştimanê wî lê hatî zewt kirin bû, ku serok Mesûd Barzanî rêbertiya wê kir û mohr lêda.’’
Arî Hersîn derbarê biryara referandumê de got: ‘’Referandum biryarekî asan nebû, lê hate cîhbicîhkirin û gele Kurdistanê jî bi ‘’Erê’’ bersiv da, ji ber wê jî di dîroka sed salên dawiyê de ew pêngav serkeftinekî bê wêne ye.’’
Arî Hersîn dawiyê de dibêje: ‘’Di heftemîn salvegera referandumê de, em bi rûmet bibîrtînin û bi hezaran car destxweşiyê li serokê xwe dikin, ku bi awayekî azadiyekî bê hempa ve rijdbû li ser mafên gel û axa pîroz a Kurdistanê berevanî lê kir. Ewên ku roja 25ê Îlonê deng di referanduma serxwebûna Kurdistanê de dan û piştre jî ji tirsa dagirker soz û peymana xwe li hember xwedê û gelê Kurdistanê poşman bûn, cîhê wan jî kunên circê kor in.’’
Basnews
