• Thursday, 12 February 2026
logo

Çima bawerî bi nameya Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya ji bo paşxistina referandûmê nehate kirin?

Gulan Media September 24, 2024 Nûçe
Çima bawerî bi nameya Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya ji bo paşxistina referandûmê nehate kirin?

Serok Barzanî di rûpela 92 – 95 ya Pirtûka ‘’Ji bo Dîrokê’’ amaje bi wê yekê dike ku tevgera dîplomasiyê ya herî giring d meha Îlon a 2017ê de û rojên berî referandûmê pêkhatin. Civîna Sihêla û telefon û nameya Wezîrê derve yê Amerîkayê yê wê demê Rex Tillerson û peywendiyên telefonî yên Wezîrê Brîtanya û peywendiyên telefonî yên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li dû hev bûn.

Roja 14ê Îlona 2017ê li binkeyê fermandariya şerê DAIŞê li Sihêla ya li Rojavayê Dîcle, li gel şandeyekî ez civiyam ku pêkhatibûn li nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê yê ji bo Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê Brett McGurk, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî Ivan Kobich û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Doglas Siliman û Balyozê Brîtanya li Iraqê Franc Baecar ez civiyam.

Herwaha Serok Barzanî dibêje: ‘’Şandeyê di civînê de ragehand, ku em daxwazên gele Kurdistanê têdigehin, lê em dibêjin bila bi rêya dîalogê ve çareserî pêkbê û eger encam nebûn, emê nameyekî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve bînin ku têde têgeheştina xwe ji bo pêwîstiya rêveçûna referandûmê ragehîne. Armanca serekî ya şandeyê derbarê vê pêşneyarê de paşxistina referandûmê bû. Di bersiva  xwe de min ji wê şandeya navnetewî re got, biryara referandûmê biryara tene kesekî nîne, hemû partiyên Kurdistanê ji bo derxistina vê biryarê beşdar bûn û ez nikarim bi tene biryarê bidim. Herwaha min ji wan re got, ku em ti demekî deriye gotûbêjan li gel Bexdayê danaxin, lê ew me wek şirîkê rasteqîn nabînin û tenya wek dûvik li gele Kurdistanê dinerin û em jî piştî ewqas belayan dûvikbûnê ji bo ti kesekî qebûl nakin.’’

Herwaha Serok Barzanî bi aşkerayî ji şandeyê re gotiğe ku: ‘’Armanca me ew e bi awayekî aştiyane bibin du cîranên baş û referandum jî rêyeke ji bo geheştina wê armancê. Eger civaka navnetewî û Amerîka rêyekî wan a din heye ji bo em bigehin wê armancê, wê demê pêwîstî bi encamdana referandûmê nake, lê pêşneyara we pêbendî û garantî têde tine. Her demekî we alternatîfek hebe ku heman armanca referandûmê bigehîne cîh, wê deme referandûm pêwîst nake.’’

Serok Barzanî dibêje: ‘’Di rstiyê de name ne nameyekî fermî bû, reşnivîsa nameyekî bû, ku nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di şerê DAIŞê de Brett McGurk (piştre Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku wî nasnake) û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Doglas Siliman û çend kesên din amade kiribûn.

Serok Barzanî di pirtûka xwe de dibêje: ‘’Diyar nebû gelo name ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve hatiye pejirandin û îmza kirin an na? Dîplomatên Amerîkayê jî wisa danîbûn ku eger biyara paşxistinê yan hilweşandina referandûmê pêkbê, wê demê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dê nameyê îmza bike. Ji aliyê me ve name wekî darêjandin û naveroka wê baş bû, lê garantiya pêwîst têde nebû, ji bo ku em bikarin pişta xwe pê ve girêbidin yan jî baweriyê pê bînin û ji bo wê nedibû dest ji baweriya gelê xwe berdin û dest ji wê mafê gel ê herî xwezayî û rewa dest jê berdin. Alternatîfa pêşneyara nav nameya Tillerson li ser bingehê danûstandinên li gel Iraqê bû û helwêstê Amerîkayê jî piştevaniya li wan gotûbêjan bû. Me ezmûneke demdirêj di danûstandin û rêkeftinên li gel Iraqiyan de hebû, ku piştre gelek caran pir bi asanî ew rêkeftin piştguh dikirin.’’

Serok Barzanî daxwaz xwe jî ji Amerîkayiyan re aşkera kiriye û dibêje: ‘’Nameya Tillerson dikare bibe bingehek ji bo garantiyek hebe ku xelkê Kurdistanê razî bibin dest ji referandûmê berdin. Ji bo wê li wî cîhê ku hate behs kirin ku referandûm du salan bê paşxistin û eger danûstandinên li gel Iraqê serneketin, wê demê Herêma Kurdistanê bila referandûma xwe bike û Amerîka jî rêz dê li encamên wê bigre. Min daxwaz ji Amerîkayê kir, di cîha wê gotina rêzgirtinê ya di nameyê de heye, gotina piştevaniyê daynin, lê Amerîkiyan xwe ji wê dan paş û gotin em nikarin peyva piştevaniyê bikarbînin. Min jî got eger hûn nikarin yek peyvê biguherin, dê çawa li benda wê yekê bin û em bikarin qenaet û baweriyê bidin xelkê Kurdistanê ku referandûmê nekin û dest jê berdin.’’

 

Basnews

Top