• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Hikûmetê girêdana rêya 120 metrî ya bi rêya Hewlêr – Duhokê re vekir

Gulan Media September 24, 2024 Nûçe
Serokê Hikûmetê girêdana rêya 120 metrî ya bi rêya Hewlêr – Duhokê re vekir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya girêdana rêya 120 metreyî li nêzîk gundê Gezne, bi rêya serekî ya Hewlêr – Duhokê re vekir.

Îro 24.09.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeya girêdana rêya 120 metrî nêzîk gundê Gezne  bi rêya serekî ya Hewlêr – Duhokê re vekir ku dirêjiya wê 3 kîlometre ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî vekirina projeyê di daxuyaniyekî de ragehand ku ev proje di xizmeta hemweltiyên Kurdistanê de ye û rêya 120 metreyî bi rêya serekî ya Hewlêr û Duhokê ve girêdide û asankariyekî zêde ji bo hemwwelatiyan çêdike.

Mesrûr Barzanî destxweşî li kompanya cîhbicîhkar a Hêmin Grup kir ku bi awayekî standart û di demekî kurt de ew proje encam didin û ragehand: ‘’Hêvîdarim bikarin roj bi roj Kurdistanê ber bi pêş ve bibin û projeyên baştir bixin xizmeta hemwelatiyan de.’’

ji bo dîtina merasîmê serdana vîdeoya li xwarê bikin...

 

Basnews

Top