Dema propagendeya hilbijartinê hate diyarî kirin
Aliyên siyasî dikarin 20 rojan propagende bikin.
Peyvdara komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê Cumane Xelayê îro di kongreyeke çapemeniyê de ragihand ku, prosesa propagendeya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê destpê dike û 20 rojan berdewam dibe.
Cumane Xelayê herwiha eşkere kiriye ku, li gor biryara komîsyonê prosesa propagendeyê roja 25ê Îlonê destpê dike û heta 15ê Cotmehê berdewam dibe.
