• Thursday, 12 February 2026
logo

Hevpeymaniya Enbar a Yekgirtû: Ew daxuyaniyên neberpirsane yên li ser Pêşmerge armancên siyasî li pişt in

Gulan Media September 24, 2024 Nûçe
Hevpeymaniya Enbar a Yekgirtû: Ew daxuyaniyên neberpirsane yên li ser Pêşmerge armancên siyasî li pişt in

Hevpeymaniya Enbar a Yekgirtû daxuyaniyek belav kir û ragehand ku ew daxuyaniyên neberpirsane yên li ser Pêşmerge hatine dayîn armancên siyasî li pişt in û herwaha spasiya rêveberî û xelkê Kurdistanê kir ku berdewam Kurdistan bûye penageh ji bo koçberan û deriyên xwe ji bo koçberan vekiriye.

Îro 24.09.2024ê Hevpeymaniya Enbar a Yekgirtû beyanameyek belav kir û ragehand, xelkê Enbar û parêzgehên din ên rojavayê Iraqê helwêstê camêrane û mirovane yê rêveberî û xelkê Kurdistanê yên di dema koçberiyê û koçberbûna Kurdistanê jibîr nake û Kurdistan bûye penageh ji bo koçberan û em wê yekê bilind dinirxînin û jibîr nakin.

Herwaha hat ragehandin, Hevpeymaniya Enbar a Yekgirtû, spasî û pêzanîn ji bo rêveberî û gelê Kurdistanê heye, ji bo wî helwêstê wan û ji ber wê jî di vê demê de em pir ecêb dimînin ku hin aliyên siyasî ku li ser Enbarê tên hesabkirin, daxuyaniyên neberpirsane li ser Kurdistanê didin, ku ew daxuyanî bi armancên siyasî yên ji bo berjewendiya xwe ya teng hatine dayîn.

Herwaha amaje bi wê yekê jî hate dayîn ku Pêşmerge xwedî roleke berçave di şerê dijî terorê û gelek şehîd dane ji bo berevanîkirina li niştiman û li gor destûrê Pêşmerge hêzeke niştimanî ye, tişta ku ji çapemeniya wan aliyên siyasî ve tê behskirin û dibêjin bi armancên siyasî yên ên çewt hatine belav kirin.

 

Basnews

Top