• Thursday, 12 February 2026
logo

PDK daxwazê dike, heta madeya 140 neyê cîhbicîhkirin serjimêrî li Kerkûkê neyê kirin

Gulan Media September 23, 2024 Nûçe
PDK daxwazê dike, heta madeya 140 neyê cîhbicîhkirin serjimêrî li Kerkûkê neyê kirin

Îro 23.09.2024ê Berpirsê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê civîneke çapemeniyê derbarê mijara serjimêriyê de li darxist û daxwaz dike ku heta madeya 140 neyê cîhbicîhkirin serjimêrî li Kerkûkê neyê kirin.

Berpirsê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê Mihemed Kemal di civîna çapemeniyê de ragehand, em daxwaz dikin ji Kerkûkiyên ku koçber bûne û li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ne, roja serjimêriyê wegerin bajarê xwe û dikarin li malên kesûkarên xwe bimînin.

Herwaha got, gundê Zerdik a li sînorê Kerkûkê pêştir yek mal ereb têde nebûn, lê naha li wî gundî 28 malên ereb hene û tenê 8 malên kurdan li gund mane û êdî rûniştvanên gund koçber bûne û gelek mînakên waha hene.’’

Mihemed Kemal teqez kir ku Kerkûkî divê berê 5ê cotmeh a îsal wegerin Kerkûkê û navê xwe tomar bikin û ji bo roja serjimêriyê jî ku 20.11.2024ê ye wegerin Kerkûkê, û roja serjimêriyê qedexeya hatûçûnê dê hebe, ji bo wê jî pêwîste berî wê wegerin bajarên xwe.

Mihemed Kemal diyar kir, em daxwaz dikin heta madeya 140 neyê cîhbicîhkirin, serjimêrî li Kerkûkê neyê kirin. Lê eger hate kirin jî divê xelk bi germî beşdar bibin

 

Basnews

Top