Serok Barzanî li gel Konsulusê Rûsyeyê civiya
Behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Rûsyeyê yê li Hewlêrê Maxim Rubin kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewş û pêşhatên dawî de hate kirin û her du alî balkêşandine ser amadekariyên hilbijartinên palementoya Kurdistanê û pişt re jî behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û encamên serdana dawî ya Serok Barzanî bo Bexdayê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsyeyê de hate kirin û Konsulusê Rûsyeyê tekez li ser dom kirina têkilî û dostatiya han di tevahiya waran de kir.
