Xemîs Xencer: Birayê me Mesûd Barzanî bi biryareke mirovî û dîrokî pêşwaziya bi milyonan penaberên Ereb li Herêma Kurdistanê kir
Li ser gotinên Mihemed Helbûsî ku li dijî çekdarkirina Hêzên Pêşmerge axivîbû, Xemîs Xencer di peyamekê de spasiya Serok Barzanî û gelê Kurd kir û ragihand ku di sala 2024an de deriyê Herêma Kurdistanê ji bo penaberên Ereb ên Mûsil, Enbar û Başûrê Iraqê vekiribû û ev yek bi biryareke mirovî û dîrokî ya Serok Barzanî bi nav kir û weke ku bi xwe dibêje, hertim behsa wê dikin û rêzê jê digirin.
Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî Xemîs Xencer Duh 19.09.2024 li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek bi her du zimanên Kurdî û Erebî parve kir ku tê de nivîsiye, “Me ew pêşwazî libîr e ya ku birayên me li Herêma Kurdistanê li sala 2014ê li wan bi milyonan Erebên Sune kir, yên ku ji ber terorê û kiryarên serbazî aware bûbûn. Ew pêşwazî bi biryareke mirovî û dîrokî ji birayê me Mesûd Barzanî bû.”
Xemîs Xencer amaje jî da, “Em helwestên gelê Kurd ji serederiya wan a birayane û mirovane bi kesûkarên me yên aware re diparêzin û rêzê lê digirin û herdem behs dikin.”
Navbirî ron jî kir, “Nabe hisabên berteng ên partîtiyê û destkeftiyên partîtiyê di ser wan nirxên exlaqî û helwestên şerefmendane de bin, û divê di serederîkirina me li gel hemî pirsan de di çarçoveya yek niştîman de xala destpêkeke serekî be.”
Basnews
