• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîr û balyozê Brîtanyayê civiyan

Gulan Media September 18, 2024 Nûçe
Serokwezîr û    balyozê Brîtanyayê civiyan

Behsa amadekariyên hilbijartinên parlementoyê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Stephen Hitchens kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Brîtanyayê birêz Andrew Beasley jî têde beşdarbû, me giftûgo derbarê amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de kir û li ser girîngiya meşandina prosesa hilbijartinê di nava rewşeke aram, dadmend û dûr ji sextekariyan hemfikir bûn.

Hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û dabîn kirina maf û şayîsteyên darayî yên herêmê, berdewamiya piştîvaniyên hêzên pêşmerge mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Top