• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî diçe Azerbayicanê

Gulan Media September 10, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî diçe Azerbayicanê

Azerbayican û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Azerbayicanê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Komara Azerbayicanê li Îraqê birêz Nesîr Mememdov kir.

Di civînê de blayozê Azerbayicanê silav û rêzên birêz Serokkomarê Azerbayicanê gehandine me û me bi fermî bo beşdarî kirin di civîna cîhanî ya keş û hewayê ( COP29) ku, biryare meha 11ê li Bakûya Paytext ya Azerbayicanê were lidarxistin, dawet kir.

Me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî di warên curbicur de kir û nîqaş li ser pêngavên vekirina Konsulusxaneya Azerbayicanê, destpê kirina geştên asmanî yên raste rast di navbera Hewlêr û Bakûyê de kir.

Me tekez li ser xwesteka hermêa Kurdistanê bo bihêztir kirina têkiliyan li gel Komara Azerbayicanê kir.

 

Top