Li Hewlêrê 4 parkên mezin tên çêkirin, ku 2 ji wan li ser budceya ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye
Çar park li Hewlêrê dê bên çêkirin ku du ji wan parkan li ser budceya ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û xercên wan jî nêzîkî 19 milyar dînar e.
Îro 06.09.2024ê parêzgeriya Hewlêrê ragehand, ji bo giringî dayîna bi xwezayê û zêdekirina rêjeya şînkayiyê û xizmetkirina ji hemwelatiyan re, li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê 4 parkên mezin tên çêkirin.
Herwaha hat ragehandin, parkek dê li teniştia rêya otoban a 150 metreyî û dê bi 3 milyar û 700 milyon dînaran li ser budceya ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser rûbera 150 hezar metre çargoşeyê bê çêkirin.
Hat ragehandin li ser rêya otoban a 120 metreyî ya Hewlêrê û li ser rêya Hewlêr – Mûsilê jî dê parkek bê çêkirin û ew jî bi 3 milyar û 420 milyon dînar têde dê bê xerc kirin û li ser rûbera 205 hezar metre çargoşeyê be û dest bi çêkirina wan hatiye kirin.
Parêzgariya Hewlêrê diyar kir, Parka Reşkîn ku 15 milyar dînaran li ser budceya taybet a ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser rûbera 120 hezar metreyan dibe, dest bi çêkirina wê jî hatiye kirin.
Hat gotin projeya çêkirina Parka taxa Jiyan jî ku dê milyarek û 40 milyon û 477 hezar dînar lê biçe û li ser budceya sedî 15 ya serokatiya şaredariya Hewlêrê ye û li ser rûbera 19 hezar metre çargoşeyan hatiye çêkirin.
Basnews
