• Thursday, 12 February 2026
logo

Desteya Mafên Mirovan bi fermî li dijî tevgera hêzên komando yên li dijî saziya Mela Bextiyar daxuyanî da

Gulan Media September 6, 2024 Nûçe
Desteya Mafên Mirovan bi fermî li dijî tevgera hêzên komando yên li dijî saziya Mela Bextiyar daxuyanî da

Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov nîgeraniya xwe li hember çûna hêzeke ewlekariyê a li ser Ofîsa Navendî ya Rewşenbîriya Çawdêr anî ziman.

Li gor agahiyên BasNewsê, Bafil Talebanî ferman daye hêzên komando, ku dest daynin ser tevahiya mal û milk û wesayîtên Mela Bextiyar, herwaha daxwaz jî li hêzên komando kiriye ku eger Mela Bextiyar bertek û lihember derketinek kir, bigrin.

Li gor wan agahiyên ku li dezgeh-saziya rewşenbîrî ya Çawdêr ve dest BasNewsê ketine, îro 05.09.2024, hêzeke ewlekariya YNKê êrîş kiriye li ser avahiya saziya rewşenbîriya Çawdêr a Mela Bextiyar li taxa Beranan a bajarê Silêmaniyê û dest danîne ser wê navendê.

Di vê derbarê de desteya Mafê Mirov li Herêma Kurdistanê îro 5ê Îlonê daxuyaniyek belav kir û ragehand:

“Mixabin vê êvarê 05.09.2024, li dû zanyaran ji zardevê rêzdar Mela Bextyarê siyasetmedar ku parve kiriye, hêzeke dezgeha ewlehiyê li bajarê Silêmaniyê çûye ser Nivîsîngeha Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê û destê xwe danaye ser wî baregayî û kelûpelan, ku di heman demê de ofîsa  wî ya taybet e jî.”

Herwaha ragehand: “Diyare  ew hêz binavê gerîna wî cihî weke milkekî aliyekî diyar kirî ew kare kirine û bi ferman çûne, lê çûn û bi karanîna hêza ewlekarî dest danîna ser kel û pelên taybet ya wî cihî ku navendeke rewşenbîriye, ji bikaranîna tedbîrên yasayî û dadgeh û sivîl, guncav nîne ku nêzîkatiyeke bi wî awayê binpêkirina rêgezên azadiya ziman û rewşenbêriyê ye.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan herwaha got, “Em hêvîdar in rewş asayî bibe û ber bi rengvedanên din ve neçe û mafê kesî û xwedîtî li wê dezgehê parastî be, herwesa hemî jî pabendî yasayê bin û dadgeh yekalî bike.”

 

 

Basnews

Top