Serokê Hikûmetê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ji bo dabeşkirina neftê û daxistina nirxê benzînê peywirdar kir
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyekî de amaje bi wê yekê kir ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wezareta peywirdar kiriye ji bo dabeşkirina neft û daxistina nirxê benzînê.
Îro 05.09.2024ê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi daxuyaniyekî ragehand, bi amadebûna Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih civîneke berfireh derbarê amadekariyên ji bo dabeşkirina nefta spî û daxistina benzînê destpê kir.
Herwaha hat ragehandin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di fermanekî de Wezareta Çavkaniyên Xwezayî spardiye ku dest bi proseya dabeşkirina nefta spî û dabezandina nirxê benzînê bê kirin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî diyar kir, di civîna ku bi beşdariya şêwirmendan û rêveberên giştî û rêveberên neft û kanayan birêveçû. Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî gotûbêj li ser destpê kirina dabeşkirina nefta spî kiriye, ji vî alî ve Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amadekariyên xwe destpê kir, ku demekî nêzîk de, destpêkê li navçeyên çiyayî dest bi dabeşkirina nefta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin.
Mijareke din a civînê taybet bû derbarê kêmkirina nirxê benzîna ku bi cureya normal û anîna benzîna zêdetir a bazirganiyê û vî alî ve dest bi pêngavên proseyê dê bê kirin.
Civînê de biryar hate dayîn şandeyekî Wezaretê serdana Wezareta Petrola Iraq a Federal bike, ji bo diyarkirin û wergirtina beş û pişka Herêma Kurdistanê ya nefta spî û benzîn û hin pirsgirêkên din jî gotûbêj bike.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di zivistana borî de bi awayekî serkeftî karî sotemeniya pêwîst a nefta spî û benzîn û gaza malan ji bo parêzgehan û îdareya serbixwe dabîn bike û ji bo demsala zivistana îsal jî dest bi amadekariyan hatiye kirin.
Basnews
