• Thursday, 12 February 2026
logo

Dema destpê kirina sala nû ya perwerdehiyê hate diyar kirin

Gulan Media September 6, 2024 Nûçe
Dema destpê kirina sala nû ya perwerdehiyê hate diyar kirin

Di dawiya Îlonê de debistan têne vekirin.

Civata wezareta perwerde ya hikûmeta herêma Kurdistanê îro di derbarê çend mijaran de bi taybetî dema destpê kirina sala nû ya xwendinê, civiya û piştî civînê jî Peyvdarê wezareta perwerde daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya han de Peyvdarê wezareta perwerde Saman Suweyilî ragihand ku, di civînê de biryar hatiye dayîn daku, roja 25ê Îlonê li seraserê Kurdistanê dest bi sala nû ya xwendinê were kirin û debistan werin vekirin.

 

Top