• Thursday, 12 February 2026
logo

DÎLOK - Baraneke gur bariya: Kolan di bin avê de man!

Gulan Media September 6, 2024 Nûçe
DÎLOK - Baraneke gur bariya: Kolan di bin avê de man!

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê baran bariya û jiyana welatiyan zehmet kir.

Kolanên bajêr tijî av bûn û gelek otomobîl di nav avê de asê man.

Barana ku danê êvarê dest pê kir bû sedem ku kolanên bajêr di bin avê de bimînin.

Li herêmên pîşesaziyê yên 3 û 5an lehî rabû û gelek dikan di bin avê de man.

Her wiha li ser rêyên di nav bajêr de otomobîl asê man.

Tîmên Rêveberiya Herêma Pîşesaziyê li cihên ku av lê kom bûye dest bi paqijkirinê kir.

 

Rudaw

Top