Serokê Hikûmetê serdana proseya nûjenkirina bazara Qeyserî ya Hewlêrê kir
Roja 05.09.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, serdana bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê kir û li nêzîk de karên nûjenkirinê a bazarê kontrol kir.
Serokê Hikûmetê aliyên peywendîdar ên Hikûmetê spart ku proseya çêkirin û nûjenkirinea bazara qeyseriyê leztir bikin, Herwiha Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî dikandarên ziyandîtî piştrast kirin ku ew dê li gorî karîn û rêjeya ziyanan, alîkariya wan bikin û dê hewl bidin ku di demek nêzîk de bazar zû bê vekirin.
Mesrûr Barzanî di hejmara xwe ya taybet Facebookê de vîdeoyek jî belav kiriye û ragehandiye: “Me îro serdana bazara qeyseriya Hewlêrê kir û di nêzîk de karên nûjenkirinê kontrol kir.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistnê dibêje: “Min aliyên pêywendîdar pêwirdar kirin ku proseya çêkirin û nûjenkirina bazara qeyseriyê leztir bikin û min dikandarên ziyanlêketî yên bazarê jî piştrast kirine ku li gor karîn û rêjeya ziyanan dê alîkariya wan bikim û em hewil didin bo ku bazar zû bê vekirin. Me herwaha 5.3 milyar dînar ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê dabîn kiriye û dê di dema diyarkirî de bidawî bibe.”
