• Thursday, 12 February 2026
logo

Kurdistan û Îraq hevkariya xwe zêdetir dikin

Gulan Media September 6, 2024 Nûçe
Kurdistan û Îraq hevkariya xwe zêdetir dikin

Serokwezîr li gel wezîrê bazirganî yê Îraqê civiya.

Îro pêncşem Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel wezîrê bazirganî yê Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêwşaziya wezîrê bazirganî yê federalî birêz Esîr Dawûd Elxerîrî kir.

Di civînê de me tekez li ser girîngiya pêşde birina hevkariya navbera dezgehên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir û li ser pêwîstiya bihêztir kirina hevahengiya navbera her du hikûmetên herêmê û hikûmeta federalî bi taybetî di warê bazirganî û abûrî bi liber çav girtin û rêz girtin ji pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê hemfikir bûn.

Me herwiha behsa pêwîstiya pêşkêş kirina asankariyan bo kerta taybet kir daku, rola xwe ya ektîf bo awedankirin û pêşde birina jêrxana abûrî bilîze.

Amadekariyên civîna civata abûriya federalî ya Îraqê ku, biryare bi mebesta çareser kirina keyis û kêşeyên hilwastî di navbera her du aliyan de ku, biryare di wan rojan de li Hewlêrê were lidarxistin mijareke din ya civîna me bûn.

 

Top