Serokê Koreya bakûr fermana davekirinê ji bo 30 berpirsan derxist
Di mehên borî de ji ber rabûna lehiyên zêde ku li bajar û navçeyên Koreya bakûr pêk hatin, 5 hezar kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dan û bi dehan hezar kes jî aware bûn. Piştî wan bûyeran, serokê Koreya bakûr fermana darvekirinê ji bo 30 berpirsan derxist.
Li gor nûçeya TV Chosun a Koreya başûr, Serokê Koreya bakûr Kim Jong Un ji ber binketina li hember lehî û hezazan a di havînê de, fermana darvekirinê ji bo 30 berpirsên welatê xwe derxit.
Çend beh beriya naha ji ber baranan lehiyeke zêde berê xwe da bajar û navçeyên Koreya bakûr û di encama wan karesatan de ji bilî jiyan ji dest danan zêdetir ji 5 hezar kesan, bi dehan hezar kes jî neçar man navçeyên xwe bi cîh bihêlin û berê xwe dan navçeyên din.
Pispor dibêjin, Koreya Bakur her sal di havînê de rûbirûyê lehiyê dibe ji ber ku binesaziya welêt, nemaze kanalîzasyona bajaran, nikare hemî baranê ragire.
Basnews
