• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Ez spasiya sektorên taybet dikim ku di dema qeyranan de roleke niştîmanperwerane hebû

Gulan Media September 5, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Ez spasiya sektorên taybet dikim ku di dema qeyranan de roleke niştîmanperwerane hebû

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 04.09.2024 li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê nivîsî, “Ez spasiya Sektorên taybet ê Herêma Kurdistanê dikim ku di dema qeyranan de roleke niştîmanperwerane hebû û alîkara hikûmetê bû ji bo ku em zêdetir xizmeta welatiyan bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her îro di merasîmên pêşkêşkirina xelata rêzlêgirtinê ji bo hejmareke weberhênerên Kurd de ragehand, “Min rêz û hurmet hene ji bo rolê berpirsyarane yê weberhênerên Herêma Kurdistanê li salên borî di alîkarîkirin û piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karnameya wê ya çaksaziyê de, bi awayekî ku Sektorên giştî û Sektorên taybet temamkerên hev bûn û pêkve çend pirojeyên giring û stratejîk bi cih anîn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Li salên borî em rûbirûyî rewşeke giran a darayî bûn, spas ji bo xweragiriya welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê û piştgirî û piştevaniya weberhêneran, me karî ji hejmareke zêde ya wan arêşe û astengan derbaz bibin û berdewamiyê bidin bername û pirojeyên hikûmetê, bi awayekî ku me heta niha kariye berdewam bin û rûbirûyî wan hemî qeyranan jî bibin.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Armanca me ya serekî pêşxistin û avakirina jêrxaneyeke bihêz a aborî ji bo Herêma Kurdistanê ye, herwesa em dixwazin deverên din ên Iraqê jî pêş bikevin. Iraq bi samanên xwezayî, mirovî û madî welatekî zengîn e û dahateke zêde jî heye, lê mixabin ji ber nebûna birêvebirineke baş û xizmetkar, niha welatiyên Iraqê di rewşeke xirab de ne û ji wê dahata zêde û zebelah mifadar nînin.”

 

 

Basnews

Top