• Thursday, 12 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî serperiştiya îmzakirina rêkeftineke bazirganî ya bi Brîtanyayê re kir

Gulan Media September 5, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî serperiştiya îmzakirina rêkeftineke bazirganî ya bi Brîtanyayê re kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Brîtanyayê ya bi serokatiya Komîserê Qralê Brîtanyayê bo Karûbarên Bazirganî li Rojhilata Navîn û Pakistanê Oliver Christian kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî tê de amade bû, behsa pêşdebirina peywendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de, bi taybetî di warê bazirganî û veberhênanê de hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevanî û alîkariyên berdewam yên Brîtanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û daxwaza xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de nîşan da.

Komîserê Qralê Brîtanyayê bo Karûbarên Bazirganî, weke ku di daxuyaniyê de hatiye, amaje bi pêgeha giring a Herêma Kurdistanê kir, ku gelek derfet hene ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de.

Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî çavdêrî û serperiştiya îmzekirina rêkeftinekê di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de kir ku di warê geşepêdana bazirganiyê de û destnîşankirina warên ku pêşîne ne, ji bo kar li ser pêşkeftin û geşepêdana wan bê kirin, wek çandinî, tenduristî, pêşxistina çavkaniyên mirovî û teknolojiyê.

 

Basnews

Top