Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş a Desteya Destpakiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 04.09.2024 li Pîrmamê pêşwaziya şandeke hevpar a Desteya Destpakiyê yaIraqêû Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Desteya Destpakiyê yaIraqêDadwer Heyder Henûn û Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer kir.
Di wê hevdîtinê de behsa dawî pilan û pêngavên her du desteyên destpakiyê yên Iraqa Federalî û Herêma Kurdistanê hat kirin, ji bo peydakirina zelaliyê û rûbirûbûna gendeliyê û peydakirina dadperweriyê.
Serok Barzanî rêz ji bo karûbar û bizavên her du desteyan hebû û tevî piştevaniya xwe ji bo wan, daxwaza serkeftinê jî di erk û karên wan de jê re kir.
