• Thursday, 12 February 2026
logo

Hindistan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfire bike

Gulan Media September 4, 2024 Nûçe
Hindistan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfire bike

Serokwezîr li gel balyozê Hindistanê yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Hindistanê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Hindistanê yê li Îraqê birêz Prashant Pise kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Me rêzdariya xwe ya li hember hewlên balyozê Hindistanê yên bo pêşde birina têkiliyên du alî diyar kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Balyozê Hindistanê jî spasiya hevkarî û hevahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekez li ser girîngiya pêşde birina têkiliyên welatê xwe yên li gel herêma Kurdistanê de kir.

 

Top