• Thursday, 12 February 2026
logo

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê pirsgirêkên cotkarên Hewlêr û Herêma Kurdistanê çareser dike

Gulan Media September 4, 2024 Nûçe
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê pirsgirêkên cotkarên Hewlêr û Herêma Kurdistanê çareser dike

Fraksiyona Partiya Demokratîk a Kurdistan li Barlamentoya Iraqê, bi nameyeke fermî daxwazek arasteyî cîgirê Serokwezîrê Iraqê dike û dixwaze pişka wergirtina genimê cotkarên Hewlêr û Herêma Kurdistanê bê zêdekirin û piştevaniya cotkaran jî bê kirin.

Dr. Nehle Efendî parlamentera PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê ji BasNewsê re ragehand: “Piştî lêkolîna me ya bo pirsgirêka genimê cotkaran û serdankirina rêvebertiya giştî ya çandiniya Hewlêrê, bi armanca zêdekirina wergirtina beşa genimê cotkarên Herêma Kurdistanê, bi hewla fraksiyona PDKê ji ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê nameyek ji Encûmena Aborî ya Encûmena Wezîrên Iraqa Federal re şand.”

Wê parlamentera PDKê li parlamentoya Iraqê got, “Me herwaha daxwaz kiriye ku beşa genimê cotkarên Hewlêrê bo yek mîlyon ton bê zêdekirin.”

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdulah ji aliyê xwe ve,  bi nameyeke fermî daxwaz ji Dr. Fuad Husên cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên aborî dike ku bal bê kişandin li ser daxwazên cotkarên Herêma Kurdistanê bi armanca zêdekirina pişka wergirtina genimên wan, herwaha piştgiriya wan ji aliyê Hikûmeta Federal ve bê kirin.”

 

Basnews

Top