• Thursday, 12 February 2026
logo

Parêzgarê Duhokê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanya û şanda pê re kir

Gulan Media September 3, 2024 Nûçe
Parêzgarê Duhokê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanya û şanda pê re kir

Parêzgerê Duhokê û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê tekezê li ser hilbijartinan bi awayekî şaristanî û demokrasî ji bo Perlemana Kurdistanê dikin. Konsulê Brîtanyayê herwaha piştevaniya welatê xwe ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tekez dike.

Parêzgerê Duhokê Elî Teter îro 02.09.2024 pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Disley û şanda pê re kir.

Li dû ragehandina parêzgeha Duhokê, Parêzgerê Duhokê Elî Teter û Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Disley ji aliyê ewlehî û avedanî û pêkvejiyana pêkhate û netewe û olan danûstandin li ser rewşa deverê kirin.

Di tewerekî din de jî, her du aliyan behsa piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û giringiya bicihanîna wê piroseyê kir ku piroseyeke şaristanî û demokrasî be, xasma li gel nêzîkbûna destpêkirina bangeşeya hilbijartinan.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê dilxweşiya xwe ji bo kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê diyar kir û hêvî kir ku, hilbijartin bi awayekî zelal û demokrasî û aram bên kirin, herwaha piştevaniya welatê xwe ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Kurdistanê tekez kir û hêvî kir ku hemî alî di hilbijartinan de serkeftî bin.

Parêzgerê Duhokê ji aliyê xwe ve tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dide. Herwaha got, “Kargêriya Parêzgeha Duhokê tevaya amadekariyan ji bo bangeşeya hilbijartinan kirine, ji bo ku bi awayekî azad û tena û demokrasî bê kirin û rûyekî şaristanî nîşa çavdêrên navxweyî û navdewletî bê dan.”

 

Top