• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Hîndîstanê ji ber barîna baranê ya tund, 19 kes mirin

Gulan Media September 3, 2024 Nûçe
Li Hîndîstanê ji ber barîna baranê ya tund, 19 kes mirin

Li eyaletên Andra Pradeş û Telangana di encama zêdebûna baranên tund de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gehîşt 19 kesan.

Li gor nûçeya India Today, li Telangana û Andra Pradeş yên li başûrê Hîndîstanê banaranên bê navber û ji nişkavde, bûne sedema xisarên madî, rabûna avan û winda kirina canan.

Rayedaran ragehandin li 2 eyaletan di encama baranên tund de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûne 19 kes û diyar kir, ku ji miriyan 9 kes yên li Andra Pradeşin û 10 kes jî yên Telangana ne.

Herwaha rayedaran ragehand ku xebatên lêgerînê ji 3 kesên ji Andra Pradeş û kesekî ji Telangana yê ku ji ber lehiyê windane berdewam dikin.

Rayedaran ragehandin li wan herdu eyaletan, ji ber bandorên baranan zêdetirî 17 hezan kes, ji bo herêmên bi ewle hatin veguhestin û piraniya rêwitiya li wan eyaletan hatin rawestandin û nêzîkî 6 hezar rêwî li rawestehan de asê mane.

 

 

Basnews

Top