‘’Berpirsên YNKê li Bexdayê ti hewldanekî ji bo şandina mûçeyê xelkê Kurdistanê nadin’’
Endamekî berê yê encûmena nûnerên Iraqê amaje bi wê yekê dike ku YNK li Bexdayê, peywendiyan li gel grub û milîsên bihêz û bi taybet jî fermandarê hin ji milîsên Heşdî Şeibî yên ku xwe wek hevserokê YNKê dizanin heye, lê YNK ji aliyê din ve ti hewldanekî ji bo wê yekê nade ku Bexdayê re bibêje mûçeyê xelkê Kurdistanê bişînin.
Ev 40 roje Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê lîsteya mûçeyê meha Tîrmehê ji bo Wezareta Darayî ya Iraqê şandiye, lê heta naha Bexdayê mûçeyê mûçexwarên Herêma Kurdistanê neşandiye. Li hember wê jî YNK ku peywirên Serokomarê Iraqê û Wezîrê Dad û gelek peywirên din li Bexdayê dest YNKê de ye, lê ti hewldanekî ji bo wê yekê nade ku Bexda mûçe bişîne.
Vê derbarê de endama berê ya Parlamentoya Iraqê ya fraksiyona PDKê Şirîn Ebdulrehman Dîno ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK, ti hewldanekî nade ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe, her demekî ku pare ji Bexdayê bê, dikin amûr ji bo propagandayê û dibêjin me aniye. Lê naha Letîf Reşîd ku Serokomarê Iraqê ye, Xalid Şiwanî Wezîrê Dad ê Iraqê ye, herwaha gelek peywirên din di dest wan de heye, lê ne tenê hewl nedane ku hikûmeta federal mûçe bişîne, derveyî wê jî hat zanîn ku YNK bi awayekî veşartî desthilatdarên Bexdayê teşfîq dike ku mûçe bi paş bixe, yan jî bahaneyan ji bo mûçe derxin pêş.’’
Herwaha got: ‘’Di asta siyasî de jî Bafil Talebanî dostê fermandarê milîsane, şev û roj di himbêza wan de wêneyan digre, fermandarê milîsan heye dibêje ez hevserokê YNKê me, lê carek me nebîhîst Bafil ji wan re bibêje hûn xwediyê biryarê ne li Iraqê, çima mûçe û nanê xelkê hûn naşînin.’’
Şirîn Dîno got, xelkê Kurdistanê li hember vê bêhelwêstiya YNKê divê bêdeng nemîne û di paşerojê de wê partiyê ceza bikin. Ji ber ku ‘’Wê YNKê gelek caran daxwaz ji Bexdayê kiriye ku mûçe neşîne, lê ji bo yek carê jî daxwaz nekiriye ku mûçe bê şandin.’’
Basnews
